Îran: Pêwîst e Amerîka zû hêzên xwe ji Sûryê bikişîne

Cewad Zerîf: Vekişandina hêzên Amerîkî, di berjewendiya Amerîka û welatên navçeyê de ye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di hevdîtinekê de li gel kenaleke Amerîkî, wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand, ku hebûna hêzên Amerîkî li Sûryê neyasayî ye û rewşa wî welatî bêtir aloz kiriye.

Cewad Zerîf got jî: "Vekişandina hêzên Amerîkî, di berjewendiya Amerîka û welatên navçeyê de ye".

Ev daxuyaniya wezîrê derve yê Îranê di demekê de ye, ku hefteya derbasbûyî, Amerîka, Frensa û Birîtanya êrîşî ser çend bingehên serbazî li Sûryê kirin û li gorî raporên malpera Debka File ya Israîlî ku taybet e bi pirsên serbazî û hewlgirî, armanca serekî ya wê êrîşê, rêgirtin li ber firehbûna hejmûna Îranê li Sûryê bû.

N.O