Serkirdeyê Talîbanan hate kuştin

Serkirdeyê Talibanên Pakistanê Melle Fezlullah, li bajarê Kunar ê Efxanistanê di encama êrîşa belafirek bêbelafirvan a Amerikî ve hate kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyê Talibanên Pakistanê Melle Fezlullah, li bajarê Kunar ê Efxanistanê di encama êrîşa belafirek bêbelafirvan a Amerikî ve hate kuştin.

Peyvdarê Wezareta Berevanî yê Efxanistanê Mihemed Radmanîş ji Ajansa Associated Press re ragihand ku, Fezlullah ligel du endamên din ên Talîbanan sibeha roja pêncşemiyê hatiye kuştin.

Herweha Fermandariya Hêzên Amerîkî li Efxanistanê kuştina serkirdeyê Talîbanan piştrast kir.

 

 

 

C.B