YPG: Me Operasyonek lidij Artêşa Tirk li Efrînê encam da
K24 – Navenda Nûçeyan
YPGê kuştina 2 serbazên Tirkiyê û brîndarkirina 6 ên din li Efrînê ragehand.
Peyvdarê YPGê li Efrînê , Brusk Hesekê ji Kurdistan 24 re ragihand, Operasyonên wan li nava Efrînê û gundewarên wê li dijî artêşa Tirkiyê û hêzên girêdayî wê berdewam in. Îro hêzên wan di Operasyoneke taybet de, liser rêya Cindrês - Efrîn karîn e 2 serbazên Tirkiyê bikujin û 6 ên din jî brîndar bikin.
Piştî dagîrkirina Efrînê ji alî Artêşa Tirk û çekdarên bi ser ve, YPG diyar kiribû ku, ew dê awayê çalakiyên xwe lidij Tirkiye bi metodên nû lidar bixin.
C.B