Li Dêrazorê jî teqîn: 20 kesan canê xwe jidest dan

Di encama teqînekê de li gundê Şihêl yê rojhilatê Dêrazorê 20 kesan canê xwe jidest dan û hejmarek kesên din jî birîndar bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama teqînekê de li gundê Şihêl yê rojhilatê Dêrazorê 20 kesan canê xwe jidest dan û hejmarek kesên din jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kiriye, otombêlekê bombekirî xwe bi barhelgireke karmendên bîra petrola Umer ya petrolê ve, di dema ku di gundê Şihêl yê rojhalatê Dêrazorê re derbas dibû teqandiye û di encam de 20 kesan canê xwe ji dest dan e û hejmarek kesên din jî birîndar bûn e..

 Rewangehê diyar jî kir, di nav qurbaniyan de şeş şervanên HSDê hene, û dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber giraniya birînên hinek birîndaran.

 

 

C.B