CHP ji bo rakirina Rewşa Awarte li 81 bajaran dakete qadê

Li ser daxwaza CHPê şaxên wê yên li 81 bajaran li dijî Rewşa Awarte û kiryarên wê bi yekdengî banga rakirina Rewşa Awarte kirin û doza vegera demokrasiyê kirin.

K24 – Stenbol

Li ser daxwaza CHPê şaxên wê yên li 81 bajaran li dijî Rewşa Awarte û kiryarên wê bi yekdengî banga rakirina Rewşa Awarte kirin û doza vegera demokrasiyê kirin. Li Stenbolê jî şaxa CHPê gef li hikûmetê xwarin ku dema Rewşa Awarte neyê rakirin ew ê dakevin kolanan û digel EMEP, ODP, partiya Saadetê û HDPê muxalefeteke civakî bidin destpêkirin.

Li ser banga Navenda Giştî ya CHPê li 81 bajaran banga rakirina Rewşa Awarte hate kirin û hate daxwazkirin ku di zûtirîn katê de Tirkiye careke din vegere demokrasiyê. Ji aliyê Şaxa Stenbolê ya CHPê ve jî, li ser banga navendê li Qada Şîşhaneyê digel parlamanter û dam û dezgehên medenî daxuyaniyeke çapemeniyê hate kirin. Daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Şaxa CHPê Cemal Canpolat ve hate xwendin, rexne li kiryarên hikûmetê hate kirin û ji desthilatê hate xwestin ku di demeke kin de Rewşa Awarte bê rakirin û dawiyê li wan kiryarên Biryarnameyên di Hikmê Yaseyan de bînin. Ger neyînin ew ê digel EMEP, ODP, DİSK, KESK, Partiya Saadetê û HDPê muxalefeke civakî bidin destpêkirin.

Serokê Şaxa CHPê ya Stenbolê Cemal Canpolat di gotara xwe de got:"Êdî ti karîgeriya parlamentoyê û parlamenteran nemaye. Li devê deriyê Parlamentoya Tirkiyê êdî dozger nobetê digirin. Em Rewşeke Awarte dijîn ku her roj biryara girtina parlamenterekî tê ragirtin. Ev hişyarî, hişyariya me ya dawîn e. Ger dawî li rewşa Awarte neyînin em ê bi milyonan dakevin kolanan û têkoşîna xwe berdewam bikin."

Herwiha di daxuyaniya CHPê de hate destnîşankirin ku di serdema Rewşa Awarte de, hiqûq hatiye rawestandin, rojnameger, siyasetmedar û akademisyen digel bi deh hezaran karker û karmendan ji ser karên xwe hatine dûrxistin û mexdûrkirin. Desthilat divê dev ji berjewendiyên xwe berde û di demeke kin de welêt vegûherîne ser rewşa xwe ya asayî.

Cîgira Serokê Şaxa Stenbolê ya CHPê Seher Demîrel Tosun ji K24ê re wiha axivî: "Divê biryarên Rewşa Awarte ne di ser wê rola ku ji aliyê Destûra Bingehîn ve hatine diyarkirin bin. Lê niha em rewşeke awartetir dijîn. Divê em di zûtirîn kat de vegerin demokrasiyê. Ji niha ve em dibêjin, divê hilbijartinên sala 2019an di şert û mercên demokratîk de bên pêkanîn."

Di çalakiya CHPê de digel Sezgîn Tanrikulu, parlamenterê berê yê HDPê Levent Tuzel, dam û dezgehên medenî, parêzer û endamên CHPê cih girtin. Di dawiya daxuyaniya CHPê de hate ragihandin ku wê ev çalakiyên CHPê yên li dijî bêhiqûqiyan heta ku Rewşa Awarte bê rakirin berdewam bike. Ji bo vê yekê jî bang li raya giştî hate kirin ku ew beşdarî çalakiya "Foruma Bes e di Rewşa Awarte de" bikin ku dê di 15ê Rêbendanê de li Enqerê birêve biçe û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî beşdariyê tê de bike.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ef2c280e-f1ee-4f23-abc8-6c2ec5cd573c/011318CDG.ism/manifest