Bi vîdyo.. Serokwezîrê Malîzya bi ala Kurdistanê cejnê pîroz dike

Xwendevanekî Kurd ala Kurdistanê pêşkêşî Mehatî Mihemed kir, wî jî bi xweşhalî ala Kurdistanê qebûl kir û heya dawiya merasîmên cejnê li ser milê xwe danî.

K24 - Navenda Nûçeyan

Di yekem roja cejna Rojiyê de, dema ku serokwezîrê Malîzya Mehatîr Mihemed pêşwaziya mêvanan dikir, xwendevanekî Kurd ala Kurdistanê pêşkêşî Mehatî Mihemed kir, wî jî bi xweşhalî ala Kurdistanê qebûl kir û li ser milê xwe danî.

Bijar Osman, ew welatiyê Kurd ê ji bajarê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê, ku xwendevanê diktora ye û li welatê Malîzya dixwîne, dema ku ji bo pêşkêşkirina pîrozbahiyên cejnê serdana koşka serokwezîr kiribû, ew milpêç pêşêkeşî serokwezîrê Malîzya kir.

Bijar Osman bi cilên Kurdî serdana koşka serokwezîrê Malîzya kir û, piştî ku ew milpêç pêşkêşî serokwezîr kir, Mehatîr Mihemed heya dawiya merasîma cejnê ew milpêç li ser mile xwe hişt û bi ala Kurdistanê pêşwaziya mêvanan kir.

Wek Bijar Osman behs kir, dema ew ku bi cilê Kurdî ber bi Mehatîr Mihemed ve diçû daku silavê lê bike û diyariya xwe pêşkêşî wî bike, Mehatîr destipêşxerî kir û pirsî: Ev ala kîjan welatî ye? Piştî Bijar bersiva wî da, ku ala Kurdistanê ye, serokwezîrê Malîzî bi xweşhalî ala Kurdistanê li ser milê xwe danî û heya dawiya merasîmê li ser mile xwe hişt.

Mehatîr Mihemed ê 92 salî, li ser astê cîhan bi yek ji serokwezîrên herî serkevtî di dîroka Malîzya de tê naskirin, bi taybet ku di serdema desthilata wî de, Malîzya pêşveçûneke mezin di warê abûrî de tomar kir û ji welatekî hejar ji bo welatekî pêşketî veguherand.

N.O