Qamişlo.. Yekîtiya Nivîskaran 120emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî bibîr anî

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê mihrîcana diwemîn ya rojnemegeriya Kurdî li bendava Mizgeftê ya girêdayî bajarokê Tirbespiyê li darxist.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi boneya 120emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî ku di sala 1898an de yekemîn rojnemeya bi navê Kurdistan hate weşandin, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê mihrîcana diwemîn ya rojnemegeriya Kurdî li bendava Mizgeftê ya girêdayî bajarokê Tirbespiyê li darxist.

Li jêr diruşma bi ragihandina azad dîrok tê vejandin, Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê diwemîn mihricana rojnemegeriya kurdî li bendava Mizgeftê li darxist. Hejmarek ji rojnemevan û nivskar û heskiriyên rojnemegeriyê beşdariya mihrîcanê kirin û tekezî li ser vejîna roja 22 nîsanê wekî cejneke fermî hate kirin.

Mihrîcan bi xwendina helbest û hinek stranan bi rêve çû. Herweha gengeşeyek li ser rola ragihandinê û aloziyên ku li pêş rojnemevanan derdikevin hate kirin. Piraniya beşdaran hev nerîn bûn ku kirîza Sûriyê bandora xwe li rewşa rojnamegeriyê kiriye û tevlî gelek kêmasiyan jî, lê rojnemegeriya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gelek gavên erênî avêtine.

Rojnameya bi navê Kurdistan ku di sala 1898 an de ji alî Mîr Miqdad Bedirxan ve li Qahîrayê paytexta Misrê hate çapkirin, 120 sal ji temenê xwe derbas dike ku ew rojname jî bû bingeha rojnamegeriya Kurdî li ser asta tevahiya Kurdistanê.