Tirkiye devera Biradost dişewitîne

Ji encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê ji devera Biradost a ser bi qezaya Soranê re, agir bi wê deverê ketiye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji encama bombebarana firokeyên şer ên Tirkiyê ji devera Biradost a ser bi qezaya Soranê re, agir bi wê deverê ketiye.

Peyamnêrê K24ê li devera Soranê da zanîn, îro berbangê firokeyên şer ên Tirkiyê bi giranî binke û baregehên PKKê li navçeyên Xinêre, Lolan, Xwakurk û geliyê Muxarê yên devera Biradost bombebaran dikin.

Got jî, ji encama bombebarana firokeyên Tirkiyê, agir bi çend navçeyên Biradost ketiye.

Ev di demekê de ye, duh di civîneke camewerî ya bangeşeya hilbijartinan de, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, firokeyên wan du caran çiyayê Qendîl bombebaran kirine. Di Operasyona duyemîn de civîna serkirdeyên PKKê armanc kirine û derbeyek mezin li wan dane.

Derbarê êrîşa Tirkiyê li ser xaka Herêma Kurdistanê û dabezandina esmanê Iraqê de, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got, ti hevahengiyek di navbera Bexda û Enqerê de nîn e, ku Tirkiye wan êrîşî navçeyên sînorî bike.

Demek e Tirkiye êrîşên esmanî û bijayî li ser baregehên PKKê yên li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne û bi neçarî jî gundiyên hin gundên sînorî mal û milkên xwe bicih hîştine û derketine.

 

S. B