Bi wêne ve.. şivenek bi mih ên xwe ve pîyaseyan d şeqam a perûkfiroş ên Bexdayê de dike

Mutenebî ew şeeqam a kevnar û navdar a Bexdayê, ku bi şeqam a pertûkfiroş rewşenbîr ên Bexdayê dihat nasîn, sîma xwe ji dest daye û di nûtirîn bûyer de şivanek bi mih ên xwe ve têde dibure.

K24- Hewlêr

Mutenebî ew şeeqam a kevnar û navdar a Bexdayê, ku bi şeqam a pertûkfiroş rewşenbîr ên Bexdayê dihat nasîn, sîma xwe ji dest daye û di nûtirîn bûyer de şivanek bi mih ên xwe ve têde dibure.

Ew ên tor ên civakî bikar dihînin bi berbilavî wêne yê şivanekê bi mih ên xwe ve  di nav a şeqam a Mutenebî de diçe; bvûye cihê rexneyê li berpirs ên rêvebrî ya bajar ê Bexdayê.

Hinek ji bikarhêner ên tor ên civakî, amaje bi wê yekê kirine, ku Bexda roj bi roj ber bi paşve diçe û sîma yên xwe yên paytextîyê ji alîyê çandî, kiltorî û bajêrvanîyê ji dest dide.

Belvbûn a evê wêneyê, piştî wê yekê dihê, li heftî ya burî , kompanya ya Mêrkêr, ku mezitirîn kompanya ya jêder ên mirovî, di raporek a xwe ya taybet de, rêzbendî ya baştirîn û xiraptirîn a bajêr ên cîhanê belav kirîye.

Rêzbend a bajaran li ser pîvank a serekî wek, hebûn a pêdvîyên nujdarîyê, xwîndingeh, jîngeh a kar, civakî, rewş a sîyasî, yeke yên akincîbûnê hebûn a tiştan û rajedarîyan hatîye danan. Li gor van pîvankan bajar ê Bexdayê li rêzbend a xirabtirîn bajar ê cîhanê ye.

Piştî BexdaSenaya paytext a Yemenê dihê û Dîmeşq a paytext a Suryayê sêyem dihê. Herweha Vîyena bo sal a dûyê bi baştirîn bajar ê cîhanê dihê destnîşan kirin.