Erdogan: Operasyona Efrînê bi rêkeftina ligel Rûsyayê dest pê kir

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan careke din di derbarê Operasyona Efrînê de axivî û daxuyaniyên girîng dan û aşkere jî kir, Operasyona Efrînê bi rêkeftina wan û Rûsyayê dest pê kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan careke din di derbarê Operasyona Efrînê de axivî û daxuyaniyên girîng dan û aşkere jî kir, Operasyona Efrînê bi rêkeftina wan û Rûsyayê dest pê kiriye.

Serokomarê Tirkiyeyê got: “Efrîn dê çareser bibe. Em ji Efrînê bi paş ve gav navêjin. Me ev mijar digel dostên xwe yên Rûsî jî axavîne û peymana me jî heye. Di çarçoveya vê peymanê de em li ser operasyona xwe berdewam dikin û niha leşkerên me li Efrînê karê xwe dikin.”

Erdogan got jî, ew ji operasyona Efrînê bi paş ve gav navêjin û heta ku YPGê jinav dibin dê operasyona wan berdewam bike. 

YPG jî di derbarê peymana Tirkiye û Rusyayê de axivî û nerazîbûnek tund nîşan da. Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd îro got, Rûsya qadên esmanî yên Efrînê ji Tikriyeyê re vekir û firokeyên Tirkiyeyê jî sivîlan bomberan kirin.

Berî niha jî rêveberên PKKê yên wekî Cemîl Bayik û Murat Karayilan gelek caran amaje kiribûn. Tirkiye beyî Rûsyayê nikare li dijî Efrînê operasyon bike. Heger Tirkiye êrîşê Efrînê bike, wateya vê ew e ku Tirkiye destûr ji Rûsyayê girtî ye.