Wezîrê berê yê derve yê Tirkiyê: Kurdistan dê ava bibe

Wezîrê berê yê derve yê Tirkiyeyê û diplomatkarê herî zêde li Rojhilata Navîn kar kirî Yaşar Yakiş ji rojnameya Duvar re diyarkir ku, baştirîn rê li ber Tirkiye danûstaninên baş ligel Kurdan e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê berê yê derve yê Tirkiyeyê û diplomatkarê herî zêde li Rojhilata Navîn kar kirî Yaşar Yakiş ji rojnameya Duvar re diyarkir ku, baştirîn rê li ber Tirkiye danûstaninên baş ligel Kurdan e.

Yaşar Yakiş, herweha yekem wezîrê derve yê desthilata AK Partî bû. Yakiş di hevpeyvîna xwe de destnîşankir: “Tirkiye dive vê rastiyê bide ber çavan ku, dewletek Kurd dê ava bibe. Rêzgirtin li encamên ku ji aloziyên Iraq û Suriye derketî, ji bo Tirkiye siyaseta herî rast e. Kurd dikarin dewleta xwe ava bikin an wekî federasyon bimînin, di her encamê de ya rast ew e ku, Tirkiye rêzê li vê iradeyê bigre”.

Yakiş ragihand: “Civata navneteweyî dizane ku 35-40 milyon Kurd, ew neteweyê herî mezin e ku bê dewlet e. Rojekê dibe ku ji Iraq a îro be, dewletek Kurd damezre û ew pêvajo dê berdewam bike. Ger em çavdêriyek baş bikin, dive vê realiteyê em bibînin”.