Li Zonguldakê êrîşî peykerê girêdayî Ataturk hate kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Zonguldakê yê Tirkiyê, peykerê keçeke ku gulan dide Ataturk kete bin êrîşê.
Ev demeke li deverên cuda yên Tirkiye û bakurê Kurdistanê êrîş liser peykerên Ataturk tên kirin. Berî niha li Swêreg û Diyarbekrê li bakurê Kurdistanê, li Stenbol a Tirkiye jî êrîşî peykerên Ataturk hatibûn kirin.
Heta niha tu kes liser êrîşa Zonguldakê nehatiye girtin.