Tirkiye li ser sînorê Efrînê baregeheke leşkerî ava dike

Piştî despêkirina operasyona Îdlibê, hemû çav vegeriyan ser egera operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê. Çapemeniya Tirkiyê îdia kir ku, biryar e Tirkiye li ser girê Şêx Berekat yê sînorê Efrînê baregeheke leşkerî ava bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor rêkeftina navçeyên kêmkirina şer a di navbera Tirkiye, Rûsya de, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê bi piştevaniya Tirkiyê pêr dest bi operasyona kontrolkirina Idlibê ji destê grûpa Heyet Tehrîr El-Şamê kirin.

Li gor hin jêderên opozîsyona Sûriyê jî, duh hin otombîlên leşkerî yên Tirkiyê derbazî parêzgeha Idlibê bûn û li gundê Etmê yê ku dikeve başûrê rojavayê Efrînê ligel grûpên çekdar civiyan.

Li gor şopîneran, armancên sereke ya avakirina baregeha leşkerî ya Tirkiyê, dorpêçkirina Efrînê û pêşî girtina li korîdora di navbera herêma Kobanê û Efrînê de ne.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di daxuyaniya xwe ya dawiyê de diyar kir ku, ew bi ti awayî destûrê nadin korîdorek ji aliyê YPG û PYDê ve bê vekirin û ew destûrê nadin Kobanêyeke din.