NATO erkê xwe li Iraq û Sûriyê diguhêre

Hevpeymaniya Bakurê Atlantic (NATO) ragihand, guhartin di rola hêzên wan li Iraq û Sûriyê de di dema bê de çê dibe, bi taybet piştî çekdarên DAIŞê li her du welatan hatin jinavbirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Bakurê Atlantic (NATO) ragihand, guhartin di rola hêzên wan li Iraq û Sûriyê de di dema bê de çê dibe, bi taybet piştî çekdarên DAIŞê li her du welatan hatin jinavbirin.

Serokê Komîta Leşkerî ya NATOyê Petr Pavel duh berî derbasbûna ji civîna girtî ya wezîrên bergîriyê yên welatên NATOyê li Brûkselê ragihand, erkê leşkerên wê hepeymaniyê li Iraq û Sûriyê bidawî nebûye, lê diçe qonaxeke nû û operasyona şerkirinê kêm dikin û hewla wan ji bo cibicîkirina ewlehî û aramiyê dibe.

Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi serokatiya Amerîka di dawiya meha Beçileya 2017an de ragihandibû, hejmara çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê kêmtir ji hezar çekdarî maye û ji sedî 98 ji xaka di destê wê de hatiye kontrokkirin.

Herwiha Supasalarê Iraqê Osman Xanimî ragihand, bi NATOyê re rêkeftine ta piştevaniya hêzên sînorparêz bikin û wan biçek bikin, ji bo rê li ber vedizîna grûpên tundrew bigirin û ji Sûriyê derbasî Iraqê nebin.