Live TV RADIO

KURDISTAN24

  • Erbil
  • -
  • Türkçe
  • |
  • English
  • |
  • Kurdî
  • |
  • فارسی
  • |
  • عربي
  • |
  • كوردی
KURDISTAN 24
  • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiye
    • Îran
    • Sûriye
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
  • Aborî
    • Kurdistan
    • Cîhan
  • Werziş
    • Kurdistan
    • Giştî
  • Çand
    • Muzîk
    • Sînema
    • Pirtûkxane
    • Şano
    • Helbest
  • Magazîn
    • Tenduristî
    • Geştyari
    • Teknelojiya
    • Giştî
    • Jîngeh
  • Hevpeyvîn
    • Siyasî
  • Gotar

Derbarê Me | Peywendî  | Appên | Derfatên kar

Kurdistan

PDK û YNK rêkeftinekê ji bo 4 salan îmze dikin

Kurdistan24 Hewlêr Kurdistan24 Hewlêr |

PDK û YNK rêkeftinekê ji bo 4 salan îmze dikin
PDK YNK Kerkûk Bexda Hikûmet

K24 – Navenda Nûçeyan

Reşnivîsa rêkeftina PDK û YNKê temam bû û radestî her du polîtburoyên PDK û YNKê bû. Bi gotina berpirsên her du aliyan, naveroka wê reşnivîsê pirsgirêkên di navbera PDK û YNKê yên li ser pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Kerkûk, Bexda û proseya siyasî çareser dibin.

Berpirsê Liqê 16 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Bilind Îsmaîl ji K24ê re ragihand, ew rêkeftin rêkeftineke siyasî ya giştgîr e û gelek waran lixwe digire. Reşnivîs hatiye amadekirin û polîtburoyên PDK û YNKê guftûgoyê li ser dikin û dê demeke nêzîk de bê ragihandin.

Derbarê pirsa Kerkûk û Bexdayê jî, Bilind Îsmaîl da zanîn, komîteke hevbeş di navbera PDK û YNKê ji bo mebestê pêk hatiye û kar li ser pirsgirêkên Kerkûk û Bexdayê dikin.

Pêştir nerîna PDKê ew bû, nabe guftûgo li ser postên Hewlêr, Bexda û Kerkûk bi hev re bê kirin, lê niha her du alî lihev kirine ku komîteyên taybet ji hev bên cudakirin, vê yekê jî nermiyek ji aliyê her du aliyan ve dirust kiriye.

Li ser vê pêngavê jî YNK dibêje ev rêkeftineke girîng e û bi “Dayika rêkeftinan” binav dike û di wê baweriyê de ku ev rêkeftin hemû pirsgirêkan çareser bike.

Di wê derbarê de Cîgirê Berpirsê Mabenda 3 ê Hewlêrê ya YNKê Rêbwar Îsmaîl dibêje: “Ji bilî ku ew rêkeftineke giştgîr e ku dê çareseriya tevahiya pirsgirêkan bike, ti bijardeyeke din li pêş YNK û PDKê tune ye, divê YNK û PDKê rêkeftineke giştgîr îmze bikin û Herêma Kurdistanê ji qonaxa niha veguhêzin qonaxeke bihêz û bikarîn, ta ku Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Di dîroka PDK û YNKê de 3 rêkeftin di navbera wan de hatin îmzekirin, niha jî gav ji bo rêkeftina 4emîn tên avêtin, her du alî jî vê rêkeftina bi girîng dizanin.

 

Wêneyê Peywendîdar
Nûçe Peywendîdar
24 Demjimêr Berê
01 YNKê daxwazekê arasteyî PDKê dike
02 Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin
03 Civîna Parlemantoya Kurdistanê dest pê kir
04 Li Hesekê teqîn: 4 ji hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê birîndar bûn
05 Daxwaza YNKê bo beşdarî civîna Parlemantoyê aşkere dibe
06 Pişkê Goranê ji hikûmetê aşkere dibe
Heftiya Borî
01 YNKê daxwazekê arasteyî PDKê dike
02 Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin
03 Civîna Parlemantoya Kurdistanê dest pê kir
04 Li Hesekê teqîn: 4 ji hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê birîndar bûn
05 Daxwaza YNKê bo beşdarî civîna Parlemantoyê aşkere dibe
06 Pişkê Goranê ji hikûmetê aşkere dibe
Meha Borî
01 YNKê daxwazekê arasteyî PDKê dike
02 Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê hat hilbijartin
03 Civîna Parlemantoya Kurdistanê dest pê kir
04 Li Hesekê teqîn: 4 ji hêzên ewlehiyê yên rêjîma Sûriyê birîndar bûn
05 Daxwaza YNKê bo beşdarî civîna Parlemantoyê aşkere dibe
06 Pişkê Goranê ji hikûmetê aşkere dibe
Herî li pêş
    Gotar
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Min di hemû jiyana xwe de kêm meriv nas kirine ko wek Doktor Nûredîn (Yûsif) Zaza serbilind, pak, paqij, dilsoz, gentelman û bi dil û can Kurdistanî bin...
    Nûredîn Zaza: Rewşenbîr, siyasetvan û mirov
    Omar Şêxmûs
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Cemal Batun:
    Tirkiye ji Soçî destvala vegeriya?
    Hukimeta bihêz çawa çêdibe?
    Selîm Giresorî:
    Hukimeta bihêz çawa çêdibe?
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    İbrahim Gûçlû:
    Hemû parçeyên Kurdistanê divê ji hiqûqa hevdu re rêz bigrin
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera  Badînan
    Rebî Zêbarî:
    Dîroka Rexne ya Edebî li Devera Badînan
    • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiyê
    • Îran
    • Sûriyê
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
    • Baş
    • Aborî
    • Werziş
    • Çand
    • Magazîn
    • Hevpeyvîn
    • Gotar
    • Xizmet
    • Frequency
    • Zindî
    • Appên
    • RSS
    © Copyright 2019 Kurdistan 24 – All rights reserved

    Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi  |  Derfatên kar


    Nexşe danin û Pêk anin: AwroSoft (AP.)