Referandum û piştî wê

Kurd24

Bayram Bozyel

Divê ez gotina xwe ya dawî di serî de bêjim; Tirkiye wê ji referanduma 16 Nisanê bi xesareke mezin derkeve. Ji ber ku bi destpêka pêvajoya referandumê ve, dijberiya civakî û siyasî her diçe zêde dibe, zemina lihevhatineke civakî ya berfireh ji holê radibe û hestên şoven û nijadperetstiyê roj bi roj bilind dibin.

Referandum tenê xizmeta xwe temirkirina dewleta Tirk re dike ku ji demeke ku bi her awayî ve hilweşiya ye û bi tevahî laçka-sist bûye.

Belki bala we dikişîne, herdu aliyên pêvajoya referandumê; yê ku dibêjin “erê” û yê ku dibêjin “na” jî propagadaya xwe li ser dijminatiya Kurdan dimeşînin. Herdu alî jî helwesta xwe li ser tekîtiya ala, welat, millet û dewleta Tirk pênase dikin. Reqabeta wan ne li ser pêşde birina demokrasiyê yan jî aramî û aştiya Tirkiyê ye. Reqabet tenê li ser wê yeke ku kî bêtir li hemberê Kurdan û statuya ji bo Kurdistanê ye.

Wek tê zanîn, pêvajoya referandumê di rewşeke awarte, şer û pevçunê de bi rê ve diçe. Di serî de Serok Wezîr Binalî Yildirim got ku wê di dema referandumê de Rewşa Awarte (OHAL) rabe. Lê mixabin demek şunda Yildrim vê gotina xwe ji bîr kir. Bi hêsanî dikare bê gotin ku niha li Tirkiyê ji bo referandumek rêk û pêk tu zeminek demokratik û aştiyane tune ye. Ji aliyek ve şer û pevçûn, ji aliyek dinê ve Rewşa Awarte. Rewşa Awarte ne ewe ku jibo hewcedariyên ewleyiyê mafên demokratik ên bingehîn ji holê tên rakirin, yan jî pêşî bikarina wan tên girtin? Eger di Rewşa awarte da behsa demokraiyê nayê kirin, wê çawa behsa rewşa lidarxistina referandumeke demokratik bê kirin?

Di Tirkî de gotinek heye, dibêjin “Kuçikan berdan e, keviran girêdane”. Ev gotin li rewşa îro ya Tirkiyê baş tê. Bila ji aliyek ve bi hezaran dezgeyên sivil bên girtin, bi hezaran siyasetmedar, ronakbîr û rojnamevan di zindanan da bin, bila çapemenî binê tehda û sansorê da bê fetisandin û ji aliyek din ve jî behsa referandumê bê kirin… Ev tişt ne li gor welatên demokratik, medenî û pêşketî ye. Eksê wê, ev, zêdetir welatên paştemayî ku wek welatên cihana sêyemên tên tarifkirin tîne bîra mirov. Ji xwe ji bo vê sedemê ye ku Komisyona Venedikê ku wek dezgeyeke şewirmendiyê ya Yekitiya Avrupa kar dike, di rapora xwe ya derbarê referandumê de diyar kir ku divê yan referandum were texîrkirin yan jî Rewşa Awarte bê betal kirin.

Eşkere ye ku encama referandumê çi dibe bila bibe, wê her tim meşruiyeta wê bê gengeşe kirin.

Ji aliye din ve referandumeke bi vê awayî gelo ji bo Tirkiyê pêwist bû? Naxêr, hewcedariya Tirkiyê ne bi paketek bi vê awayî, lê bi desturek nu, demokratik û nûjen hebû. Ji ber ku hemî pêkhateyên Tirkiyê ev sî salin ku benda çêkirina makezagoneke nu bûn. Her weha ev daxwaza AKP’ê bi xwe jî bû. AKP di sala 2002an da bi qewlê makezagoneke nu hate ser hikum. Û bi qewlê ku ew ê makezagoneke nu çêbike, di çend hilbijartinan da li pey hev piştgiriyê ji gel send.

Bi rastî, paketa 18 xalî ya ku16 Nisanê de wê pêşkêşê referandumê bê kirin, naşibe tu tiştekî.

Ne pêdiviyên pêştebirina demokrasiyê, ne xweşkirina çarserkirina pirsa Kurd ne jî peydakirina zemina çêkirina destureke nu… Tu tişt di vê paketê da tune ye. Heta sistema ku di pakete da hatiye tarifkirin naşibê sistema serokatiyê jî. Bi kurtayî, sistema ku di paketê da hatiye pêşniyar kirin tiştek usa ecêb e ku AKP û MHPyî wê wek “Sistema bi qaydeyê Tirk” bi nav dikin.

Di neticeyê da divê em Kurd ji aliyê xwe da li meseleyê mêzekin û bipirsin, gelo piştê referandumê tiştên ku li benda me ne çi ne? Paket bê “erê” kirin wê çi bibe, were redkirin wê çi bibe? Bi min ji îro cudatir wê tu tiştek neguhure. Eger paket red bibe, her tişt wê wek îro bidomên, eger bê erêkirin jî wê vê carê wek îro lê bi awayekê hikuki tetbiq bibin.

Xwuya ye, Tirkiyê bi vê referandumê wexteke bilasebep winda dike. Şans û imkana makezagoneke nû li paş dixe. Lê tiştek heye, sistema hikukî çi dibe bila bibe Tirkiye nikare ji pirsa Kurd bireve yan jî çareseriya wê zêdetir texir bike. Pirsa Kurd ji çarmedor ve xwe li ser Tirkiyê ferz dike.

Meseleya Kurd di roja îroyîn de êdî ji bo Tirkiyê bûye mesela man û nemanê. Aqliyeta dewleta Tirk ya qlasik azadiya neteweya Kurd ji xwe ra wek xeter (beka sorunu) dibîne. Lê rastiya meselê ew e ku di eslê xwe da nesafîkirina meseleya Kurd wê ji bo Tirkiyê xetera paşerojê peyda bike.

Bûyerên ku li Iraq û Suriyê diqewimin, rewş û qonaxa ku Kurd li Başur û Rojhelat de tê da derbas dibin, ji bo Tirkiyê wek fişekên hişayriyê ne. Ger Tirkiye ji xwe veneaqile wê rewşa wê hîn xiraptir bibe û equbeta Irak û Suriyê bê serê wî. Divê ji vê xewa mirinê êdî şiyar bibe.

Ji ber van sedeman, Kurd ciyê ku xwe di referanduma 16ê Nisanê de biperitînin, bila ji bo piştê referandumê, ji bo cenga siyasi xwe amade bikin.

Bila neçin ser sindoqan û vê leyistika bi navê referandumê ji binî ve red bikin.