Herêma Kurdistanê carek din radibe…

Kurd24

Qasî ku xuyaye pirsa Efrinê wê hin demeke dirêj di rojevê da biminê. Ji ber vê yekê ez dixwazim hinek vegerêm li ser rewşa Herêma Kurdistanê.

Van demên dawî, jibo şikestina embargoya li ser Kurdistanê ya aborî û eskerî, li heremê hewlên diplomatik û hatûçûnên sîyasî zêde bûne. Hikumeta Herêma Kurdistanê dixebite ku travmaya 16 Oktobrê li paş bimîne û jibo bêhn stendina Kurdistanê rê û derfet bên dîtin.

Lê li aliyê din li herêmê pirsgireka sereke ya aborî hîn jî berdewame.  Xelq, bi taybetî jî memûr jibo pirsgirekên aboriyê, xezaniyê, gendeliyê û nedayîna muçeyan gelek bêhizûr in û di her firsendî da nerazibûna xwe tînên ziman. Wek tê zanîn di meha dawî ya sala borî de ji ber van sedeman li herêma Silêmaniyê û derdorên wî bûyerên nexweş çêbûn, pevçûn û mirin qewimîn. Her çiqasî tilîya hin aliyên xêrnewazan di van rûdanan da hebe jî, lê ev rastiya meselê naguhurine.

Bi dîtina min, pirsgireka herî girîng a ku Herêma Kurdistanê piştxwar dike, pêkneanîna îdareyeke merkezî ye. Pir eşkere ye ku li herêmê di warê îdarî, aborî û leşkerî da du serîtî hîn jî didome. Tiştê herî xeter ew e ku li Kurdistanê dijberî û reqabeta siyasî, ku heta astek tiştek xweza ye, gihiştiye qonaxek usa, ku wek nimune di navbera herêma Soran û Behdinan de veqetandinek psîkolojîk pêkhatiye.

Yek ji tiştê ku ciyê dilnîgeraniyê ye jî rewşa YNKê bi xwe ye. Piştê wevata Sekreterê Gişti yê YNKê yê berê Mam Celal, YNK bi giştî ketiye nav valahiyê. Ewqasî ku YNK nikare kongreya xwe bicivîne, rêvebiriya xwe nû bike û ji xwe ra sekreterek giştî yê nû bibijêre. Nezelaliya YNKê ya bi vê awayî, bibe nebe bandora xwe li ser pêvajoya Herêma Kurdistanê jî dike. Ji ber ku YNK li Kurdistanê xwedî boçuneke durûdirêj e û ji aliyê sîyasî û leşkeri ve giraniyeke xwe heye. Ev tevliheviya ku YNK di nav da ye, li pêş çareseriyên gelek probleman; çêkirina hilbijartinên di wexta xwe da û asayîkirina rewşa Kurdistanê da astengeke mezin e.

Sererastkirina du fahmên şaş

Lê li aliyê din li Kurdistanê ber bi paşerojê ve gelek gavên baş jî tên avêtin, xebatên muhim tên kirin. Yek ji wan gavan jî seresarstkirina hîn fehmên şaş û pêşbiryaran e.

Piştê 16 Oktobrê, dagirkrina Kerkukê ji aliyê artêşa Irakê û Haşdî Şabiyê ve fahmek -bi zanayî yan jî ne bizanayî- usa peyda bûbû, ku li gor wê sedemên tevî van bûyerên nebaş referanduma serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlonê bû. Li gor vê nêrînê yê ku biryara çêkirina referanduma Kurdistanê dabû jî tenê Serokê Herêma Kurdistanê Mesut Barzanî bû. Li gor wan kesan ger referandum çênebûya wê ev karesatên dawî jî nehatana serê Kurdan.

Di roja îroyîn de dikare bê gotin ku ev fahma şaş li paş ma ye û rastiya meselê ji aliyê hemî terefan ve êdî hatiye qebûl kirin.

Carek, biryara referanduma 25 Îlonê tenê ji aiyê Mesut Brzani ve nehatibû stendin. Eksê wê, biryara referandûmê di civîna 7ê Hezirana 2017an de, tevî Mesut Barzanî bi beşdariya 16 partiyan lidarketî bû de hatibû stendin.

Ya din, îro herkes qebûl dike ku referanduma serxwebûnê çênebûya jî artêşa Bexdayê wê êriş baniya li ser Kerkukê û deverên din. Wek tê zanîn, ji azadkirina Mosilê ji DAİŞê ve Hikumata Irakê dest bi zextan kiribûn ku Herêma Kurdistanê Kerkukê teslîmê Bexdayê bike. Herwisa xuyaye ku ji wê rojê ve Emerikayê jî jibo planeke bi vê awayî desturê dabûn Bexdayê. Bi gotineke din referandûm nebûya jî artêşa Iraqê wê êrişê Kerkukê bikirana. Referandûma 25ê îlonê tenê bo vê karî hincetak da Bexdayê, ewqasî.

Di demên dawî de nêrineke şaş ê din ku peyda bûbû jî ev bû: Xiyaneta ku di 16ê Oktobrê li Kerkukê qewimîbû, ne tenê ji aliyên hinekan ve, lê ji aliyê tevahiya YNKê ve hatibû kirin… Bi gotineke din berpirsiyarê vê karê xirab temamê YNKê bû. Heta hin kesan hevjîna Mam Celal Xêro Xanim jî wek serkêşê vê gruba xayîn destnişan dikirin. Lê îro herkes qebûl dike ku ew xiyaneta ku li ser Kerkukê de hat bi destê çend mirovên di nav YNKê da hatiye plankirin. Ne YNK bir giştî berpirsê vê meselê ye ne jî Xêro Xanim serkêşê vê gruba ixanetê ye. Berevajîyê vê nêrînê, yê ku li Kerkûkê li himber dagirkeran berxwedan û bi sedan şehid dan carjî YNK bû. Wek tê zanîn di şerê dijê dagirkirina Kerkukê da ji sedî zêdetir pêşmergeyên di kontrola Kosret Resul jiyana xwe hûndakiribûn.

Dikare bê gotin ku sererastkırına van fahmên şaş û peydabûna nêrineke hevbeş derbarê van bûyerên dîrokî de gavên gelek baş in û jibo PDK û YNKê zemina hevxebatê pêktînên.

Trafika diplomasiyê

Piştê dagirkirina Kerkukê û bûyerên piştê wê, di navbera Hewlêrê û Bexdayê carek din hatinûçunek destpêkiriye. Wek tê zanin demeke dirêj e ku Erbilê bangê Bexdatê dikir da ku pisrgirekên navbera wan bi riya diyalog û hevdîtinan bên safîkirin. Di dawîyê bersîva vê bangê hat, lê ne ji Bexdayê, ji Tehranê… Tehranê peyama wê yekê da ku amade ye carek din bi Erbilê ra pêwendiyan dayine.  Vê peyama Tehranê di heman demê da riya diyaloga navbera Erbîl û Bexdayê jî vekir. Li ser van rûdanan di serokatiya Serokwezirê Herêma Kurdistanê Neçirvan Barzani de şandek ji Erbîlê ewil çu Bexdayê, piştê wê jî serdana Tehranê kir. Ev jî carek din nişan dide ku li Bexdayê hikumeteke xwedî îrade tune ye. Hevsar bi tevayî destê Tehranê da ne.

Di eynî rojan de şandek din jî ji Emerikayê hat Erbîlê. Di bin serokatiya McGurk -nunerê serokê Amerikayê Trump ê taybet- şandek, di 18ê meha yekan de hat Erbilê û piştgriya Amerikayê jibo Herêma Kurdistanê eşkere kir. Herwisa hat gotin ku Amerika wê jibo perwerdeya peşmerge alikariya pere bike.

Di van hatûçûnan de mijara yekem rakirina embargoya li ser Kurdistanê û vekirina balafirgehên Erbîl û Silêmaniyê bûn.

Geşbûna vê tarfika diplomasiyê tenê serê xwe li Herêma Kurdistanê xweşbîniyêk peyda kiriye û moralê xelqê bilind kiriye.

Li aliye din, tevî vê trafika diplomasiyê hêviyek usa tuneye ku pirsgirekên Erbîl û Bexdayê wê di demek nêzîg da bi tevayî safî bibin.

Yek, jiber ku li Bexdayê hikumetek xwedî hêz û îrade tune ye.

Du; jiber ku siyaseta Irakê gelekî tevlihev e û perçe perçe bûye.

Sisê; li pêşiya Irakê di meha gulanê da hilbijartin heye. Hêvî tune ku heta hilbijartinan hikumeta Ebadî tu gavek bavêje.

Lê tevî van nezelaliyan jî mirov dikarê bêje ku ew rojên reş li paş ma ne. Ger problemên Kurdan carek de safî nebin jî, riya asayîbûnê û zemina derfetên nû li pêşiya Herêma Kurdistanê vebûne.

13.02.2018