Dora Oblak e ku biçe PSG?

K24 – Navenda Nûçeyan

 Ligor medyaya Ispanî, piştî kirîna Neymar wekî buhatirîn lîstikvanê yê dîroka futbolê, niha jî tîma futbolê ya fransî Paris Saint German (PSG) dixwaze parêzvanê gola Atletico Madrid Jan Oblak bîne nav rêzên xwe.

Tê destnîşankirin ku, PSG ji bo kirîna Oblak 100 milyon Euro ji çav derxistiye, ku Jan Oblak dike buhatirîn parêzvanê golê yê dîroka futbolê.