Şêx Cafer: Ti Pêşmergeyî dewama xwe baykot nekirine
Fermandarê yekîneya 70 ya hêza Pêşmerge red dike ku, Pêşmerge dewama xwe baykot kiribe.

K24 – Hewlêr
Fermandarê yekîneya 70 ya hêza Pêşmerge red dike ku, Pêşmerge dewama xwe baykot kiribe.
Fermandarê yekîneya 70 ya hêza Pêşmerge Şêx Cafer Mistefa ji K24ê re ragehand ku, ti Pêşmergeyekî yekîneya 70 ya hêza Pêşmerge dewama xwe baykot nekiriye, ti Pêşmergejî daneketiya kolanan. Pêşmergeyên Qehreman di çeperên şer de, xweradigirin û parastina xaka Kurdistanê dikin.
Caferî got jî: “ew gotegotên dibêjin ku Pêşmergeyan xwepêşaandan kirine, dûrî rastiyê ne. Ew navê Pêşmerge be, biçûktirîn xwepêşandan nekiriye. Herwiha Pêşmerge li dewama xwe ya asayî ne.”
Ev gotinên Fermandarê yekîneya 70 yê hêza Pêşmerge di demekê de ne, ku hin malper malperên tûra civakî belav kiribûn, ku Pêşmergeyên yekîneya 70 li Parêzgeha Silêmaniyê li hember wernegirtina mûçeyên xwe, dewamên xwe baykot kirine û xwepêşandan birêve birine.