Artêşa Tirkiyê 6 gundên din kontrol dike

Sererkaniya Tirkiyê ragihand, 6 gundên din jî li bakurê Sûriyê ji destê DAIŞê hatiye derxistin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sererkaniya Tirkiyê ragihand, 6 gundên din jî li bakurê Sûriyê ji destê DAIŞê hatiye derxistin.

Sererkaniya Tirkiyê derbarê operasyona Cerablusê de daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku, operasyona wan di roja xwe ya 14 mîn de berdewam dike û 6 gundên ku di destê DAÎŞê de bûn bi piştevaniya operasyonên wan ketine destê grûpên çekdarên opozîsyonê.

Sererkanîya Tirkiyê duh şev ragihandibû ku, DAIŞ bi roketan êrîşê tankên wan kirine û 3 leşkeran canê xwe ji dest dane û 4 leşker jî birîndar bûne.

 

 

Fly Erbil Advertisment