Ji bo piroseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê daxwaza alîkariyê ji serok Barzanî tê kirin

Şaredarê berê yê navçeya Sûrê (Ebdellah Demîrbaş) ji bo destpêkirina piroseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê, daxwaza alîkariyê ji Serok Barzanî kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Şaredarê berê yê navçeya Sûrê (Ebdellah Demîrbaş) ji bo destpêkirina piroseya aştiyê li Bakurê Kurdistanê, daxwaza alîkariyê ji Serok Barzanî kir.

Ebdellah Demîrbaş taybet ji Kurdistan24ê re axifî û got: Serok Barzanî xwedî hêzeke navnetewî ye û li navçeyê jî bandora wî xurt e. Divê piroseya çareseriyê careke din destpê bike û Barzanî kare ji bo destpêkirina wê piroseyê roleke giring bilîze.

Herwiha Demîrbaş rexne li HDPê kir û got: Heger wan karîbana siyaset rast bimeşandana û ji bo çareseriyê fişar li dewletê kiribana, wê demê xendeq jî nedihatin kolandin.

Di sala 2014an de, Hikûmeta Tirkiyê dest bi piroseya aştiyê kir, lê piştî derketina aloziyan di navbera HDPê û AKPê de û kolana xendeqan di nav bajaran de, piroseya aştiyê, di 2015an de, bi biryarekê ji Serokatiya Tirkiyê hat rawestandin.

N.O

Fly Erbil Advertisment