HPG: Li Sîdekanê 8 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

Gerîllayên PKK li devera Sîdekan a Başûrê Kurdistanê êriş birin ser leşkerên Tirkiyê û di encamê de 8 leşker hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Gerîllayên PKK li devera Sîdekan a Başûrê Kurdistanê êriş birin ser leşkerên Tirkiyê û di encamê de 8 leşker hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya HPGê, hêzên wan li devera Sîdekan di roja 22ê Cotmehê de, êrişek birin ser leşkerên Tirkiyê û di encama vê êrişê de 8 leşker hatin kuştin.

Her wiha li gorî daxuyaniya HPGê, ew çalakî bi kamerayê ji aliyê wan ve hatiye girtin.

Ji aliyê xwe ve, rayadarên Tirkîyê di derbarê vê çalakiyê de çi daxuyanî nedane.

Serfermandariya Tirkiyê, duhî li devera Şemizînanê kuştina du leşkerên xwe ragihandibû.

 

S. B 

Fly Erbil Advertisment