HSD 2 gunden Hecîn kontrol kir

Hêzên Sûriya Demokrat dû gundên bajarokê Hecîn kontrol kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên Sûriya Demokrat dû gundên bajarokê Hecîn kontrol kirin.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kiriye ku, şer û pevçûnên tund di navbeyna Hêzên Sûriya Demokrat HSD bi alîkariya firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî û çekdarên DAIŞê de li gundewarên bajarokê Hecîn ê gundewarên Dêrazorê berdewam in, Rewangehê diyar jî kiriye, HSD karî gundên Ebu elHesen û elBuxatir ên rojhilatê wî bajarokî kontrol bikin, û ji ber şer û bombebarankirina firokeyên Hevpeymanan ziyanek canî mezin gihiştiye DAIŞê.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan tekez jî kir, niha tenê bajarok û gundên Sûse, Şe'fe , elBaxuz, el Işcle, Meraşde, Sefafye û Elbubedran di destê çekdarên DAIŞê de man e.

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê diyar jî kir, ji roja 10ê Îlon a îsal ve, ku Operasyona kontrolkirina gundewarên Dêrazorê destpê kiriye, 988 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 545 şervanên HSDê jî canê xwe jidest dan e.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment