Siûd Mela: Kar dikin rêkeftina ENKS û Îtîlafê bicih bikin
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela radigihîne, mana wan di nava Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê girîng e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Siûd Mela radigihîne, mana wan di nava Îtîlafa Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê de ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê girîng e.
Duhî li bajarê Qamişlo civîna Emîndariya Giştî ya ENKSê bi serokatiya Siûd Mela lidar ket û tê de çend pirsên girîdayî bi pirsa Kurdî ya navxweyî û Sûriyê bi giştî hatin gudftûgokirin.
Serokê ENKSê derbarê vê civînê de ji K24ê re got: “Rast e heger di nava Îtîlafê de berdewam bin, ji bo di pêşerojê de çareseriyeke siyasî li Sûriyê de peyda bibe û Kurd tê de hevpar bin. Herwiha emê rêkeftina di navbera ENKS û Îtîlafê de heye jî bicih bikin.”
Got jî: “Di civîna ENKSê, rewşa ENKSê di qonaxên ku derbas bûye re hat guftûgokirin. Herwiha li pirsa şewata dexl û danê xelkê li herêma Cizîrê çê bûye û em çawa dikarin alîkariyê bi miletê xwe re bikin, hat rawestandin.”
Derbarê rewşa Efrînê de Serokê ENKSê ragihand, ew gelekî bi girîngîpêdan li ser rewş, derbideriya xelkê û pêşeroja Efrînê rawestîn û da zînîn ku guhartineke demografî li Efrînê çê dibe û kar dikin ji bo Efrîn wek herêmeke Kurdî bê parastin.
S. B