Arteşa Tirkiyê li Mêrdîn, Şirnex û Batmanê dest bi oprasyoneke nû kir

Arteşa Tirkiyê li bajarên Mêrdîn, Şirnex û Batmanê li dijî gerîlayên PKKyê dest bi oprasyoneke nû kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyê li bajarên Mêrdîn, Şirnex û Batmanê li dijî gerîlayên PKKyê dest bi oprasyoneke nû kir.

Artêşa Tirkiyê diyar kir, navê operasyona nû ya artêşa Tirkiyê “Kiran 2” ye û li dorûbera gundên Batman, Şirnex û Mêrdînê bi rê ve diçe.

Armanca operasyonê tinekirina şikeft û stargehên gerîlayên PKKê ne û 117 tîmên leşkerî beşdarî di operasyonê de dikin.

Arteşa Tirkiyê di 19ê Tebaxê de jî li bajarên wekî Wan, Şirnex û Colemêrgê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke bi navê “Kiran 1” kiribû. 

 

S. B 

Fly Erbil Advertisment