Erdogan bo Davutoglu: Tu çi bizane, bibêje!

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bersiva Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dide û radighîne: Nabe Davutoglu gefan bixwe û çi dizan e, bila eşkere bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bersiva Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dide û radighîne: Nabe Davutoglu gefan bixwe û çi dizan e, bila eşkere bike.

Ahmet Davutoglu berî niha çenda rojan gotibû ger defterên şerê terorê vebin gelek kes nikarin derkevin nav mirovan. Erdoganî jî bersiva vê axaftinê da û xwest Davutoglu zanînên xwe eşkere bike. Erdoganî herwiha li ser destjêberdanên partiya xwe jî diyar kir ko ne di xeman wî de ye û ew bi serkeftî li ser riya xwe ne.

Tê destnîşankirin, ku Ahmet Davutoglu di amadeyiyên pêkanîna Partiyek Nû de ye û vê yekê alozî di navbeyna Serokomar Erdogan û Serokwezîrê berê Ahmet Davutoglu de peyda kirin e.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment