KERKÛK – Bi sedan Erebên hawirde hatine gundê Pelkane
Bû du roj, bi sedan Erebên hawirde hatine gundê Pelkane yê Kerkûkê û çav berdane xaniyên Kurdan.

Kerkûk (K24) – Bû du roj, bi sedan Erebên hawirde hatine gundê Pelkane yê Kerkûkê û çav berdane xaniyên Kurdan. Nişteciyên gundê Pelkane dibêjin; Erebên ku hatine, dest danîne ser 9 xaniyan û dixwazin hemû gund dagir bikin.
Nişteciyên gundê Pelkane yê Kerkûkê li benda çareseriyeke bilez in û bi rêya Kurdistan24ê hişyarî didin ku dê di navbera Kurdên resen û Erebên hawirde de şer derkeve. Herwiha nişteciyên Kurd xwe ji bo her senaryoyek amade kirine.
Ereb jî li benda derfetekê ne ku nişteciyên Kurd ji xanî û zeviyên wan derbixin. Ji bo vê mebestê jî di nava gund de kon vedane.
Heta niha 9 xaniyên gundê Pelkane hatine dagirkirin û di nav wan xaniyan de her roj bi dariştina planan ve mijûl in û hewl didin di nava gund de cihê xwe zexm bikin.