ZAXO – Ji ber şerê PKK û Tirkiyê 5 gund vala bûn û rêya 20 gundan girtî ne
Ji ber ku şer û pevçûnên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Tirkiyê berdewam in, li gundên sînorî yên Zaxoyê ziyaneke mezin gihiştiye welatiyan.
Zaxo (K24) – Ji ber ku şer û pevçûnên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Tirkiyê berdewam in, li gundên sînorî yên Zaxoyê ziyaneke mezin gihiştiye welatiyan. Di encama operasyona 3 meh û 20 rojan de ku Tirkiye li dijî gerîlayên PKKê li sînorê nahiya Batîfa dest pê kiriye, 5 gund hatine valakirin û rêya 20 gundan jî bi temamî hatine girtin
Esed Ebdurehman welatiyekî ji gundê Keşanê ye li Zaxoyê, birîndarê şer û aloziyên di navbera gerîlayên PKKê û dewleta Tirkiyê de ye û berî 26 salan tirimbêla wî ji aliyê firokeyên şer ên Tirkiyê ve hatiye armanckirin. Ji wê demê heta niha, ji ber berdewamiya şer û pevçûnên navbera her du aliyan, ew ji gundê xwe bêpar bûye û ziyayên mezin ber wan ketine, bi awayekî ku êdî ew nikarin biçin gundê xwe.
Esed Ebdurehman diyar dike ku gundê Keşanê çar car hatiye valakirin û xerakirin û dibêje: “Daxwaza me ji PKKê, şerê xwe ji nav me bibin nav xwe, em ê memnûn bin.”
Rêveberiya Batîfa jî berdewamiya vê rewşê metirsîdar dibîne û bal dikşîne ser zirar û ziyanên mezin ên van şer û aloziyan ji bo gundên sînorî yên deverê.
Rêveberê Batîfayê ji Kurdistan24ê re diyar kir ku xelkê gundên ser bi nahiya Batîfa nikarin biçin gundên ku operasyon li wir hene û bordûman berdewam e, dema diçin jî gelek bi metirsî diçin û tên, jiyana wan di metirsiyê de ye û ne aram e. Gelek cotkar hene ku nikarin biçin û zirar û ziyan gelek li wan ketine, gelek gund şewitîne.
Di encama operasyona 3 meh û 20 rojan de ku Tirkiye li dijî gerîlayên PKKê li sînorê nahiya Batîfa dest pê kiriye, 5 gund hatine valakirin û rêya 20 gundan jî bi temamî hatine girtin û şer û pevçûnan zirarên mezin li pey xwe hiştine.