Li navenda Diyarbekirê gundek bi avahiyên bilind dorpêç bûye

Gundê Bîra Tarî ku berê 15 kîlometre ji Diyarbekirê dûr bû, niha bi firehbûna bajêr ji aliyê avahiyên bilind ve hatiye dorpêçkirin.

 

Diyarbekir (K24) - Gundê Bîra Tarî ku berê 15 kîlometre ji Diyarbekirê dûr bû, niha bi firehbûna bajêr ji aliyê avahiyên bilind ve hatiye dorpêçkirin, nîştecihên gund dibêjin ji dema ku avahî li dora wan bilindbûne ve hem aboriya wan têk çûye hem jî çi xizmetek bo wan nehatiye kirin û li benda çareseriyekê ne.

Gundê Bîra Tarî yê girêdayî Diyarbekirê di nava avahiyên bilind de hewl dide nasnameya xwe ya gundbûnê biparêze. Lê ev yek her ku diçe zehmettir dibe. Bi firehbûna bajarê Diyarbekirê gelek gundên ku demekê 15 an jî 20 kîlometre ji Diyarbekirê dûr bûn niha ji aliyê avahiyên mezin û bilind ve hatine dorpêçkirin. Gundê Bîra Tarî jî yek ji wan gundan e ku nîştecihên gund amaje dikin her ku diçe dor li wan teng dibe. Gund ne dikare wek gund bimîne û ne jî dikare bibe beşek ji bajêr.

Latîfe Anli ya 75 salî jî hemû jiyana xwe li vî gundî derbas kiriye û dibêje ew bêriya rewşa berê ya gund dike û nekariye hînî hawira nû ya gund bibe.

Nîştecîha Gundê Bîra Tarî Latîfe Anli ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Berê van deran çol û çeper bû tiştek tinebû. Carekî de dor li me girtin. Wisa kirine ku em nikarin xwe tev bidin. Av giştik ser me de tê. Em feqîr in. Tiştekî me tine ye. Berê xweştir bû. Wekî ku em di girtîgehê de bin. Heywanê me hebûn. Me xwedî dikirin û pê debara xwe dikir. Niha tiştek tine ye. Tenê ev qula xanî ye.”

Di gundê Bîra Tarî de 150 xanî hene û serjimêriya wê jî derdora hezar û 500î de ye. Nîştecîhên gund tînin zimên ku hem xwediyên avahiyên derdorê ji wan aciz in ku dibêjin bêhn ji gund tê hem jî rayedar xizmeta ku ji avahiyên bilind re dibin ji wan re naynin û balê dikêşin ji ber ku dor li wan teng dibe wekî berê nikarin ajalvanî û çandiniyê jî bikin.

Nîştecîhê Gundê Bîra Tarî Mehmet Can Şeker dibêje: “Berê me ajalên xwe li vir diçêrand. Ev avahî tinebûn. Niha em ajalên xwe di hundir de xwedî dikin. Rêyên me jî çênabin. Rêyên me hemû qirş û qal in. Em gelek pirsgirêk dijîn.”

Abdurahîm Adsiz jî destnîşan dike: “Qanalîzasyona me tine ye, rê tine ye.  Wisa dikin ku em ji gund derbikevin. Em jî naxwazin derbikevin. Em ji xwe li vir bûn, bajar hat cem me.  Berê hemû çol bû ti tişt tine bu. Îca ji me re ti xizmetê jî nakin. Bila dest li me nedin, rêyên me çekin, tapoyên me bidin me. Mafê me ye.”

Nîştecîhên gundê Bîra Tarî didin zanîn ku gelek caran tên ji wan re dibêjin xaniyên xwe bifiroşin ku dêvla wan avahiyên mezin û bilind werin çêkirin lê ji bo xaniyên wan bihayên gelek erzan tên destnîşankirin ji ber wê gundî naxwazin xaniyên xwe bifiroşin. Gundî dixwazin yan tapoyên xaniyên wan werin derxistin û xaniyên wan bi bihayeke rasteqîne were firotin an jî xizmetek baş bo plansaziya gund were kirin ku bikaribin bi aramî bijîn.

Fly Erbil Advertisment