Bereya Tirkmenî: Kerkûk bûye weke gundekî

Serokê Bereya Tirkmenî Erşed Salihî ji paşketina xizmetguzariyan, tinebûna projeyên jêrxanê, belavbûna gendeliyê li parêzgeha Kerkûkê gilî û gazin kir.

Hewlêr (K24) – Serokê Bereya Tirkmenî û Parlementer Erşed Salihî ji paşketina xizmetguzariyan, tinebûna projeyên jêrxanê, belavbûna gendeliya darayî li fermangeh û saziyên hikûmetê yên li parêzgeha Kerkûkê gilî û gazin kir.

Erşed Salihî bi daxuyaniyekê ragihand: “Me gelek pere ji bo rêvebirina projeyên parêzgeha Kerkûkê û temamkirina wan terxan kir, lê rêjeya cîbicîkirina wan di asta daxwazkirî de nîne.”

Salihî got: “Me ji fermangehên destpakî û çavdêriya darayî daxwaz kir ku lêkolînê di xerciyên darayî yên wan projeyan de bikin. Xemsariya ku di wan projeyan de tê kirin, Kerkûkê ji parêzgeheke medenî, şibande gundekî.”

Serokê Bereya Tirkmenî diyar kir: “Pêwîstiya Kerkûkê bi encûmeneke avakirin û xizmetguzarî ya serbixwe heye, xwe tenê bi rêveberên fermangehan girênedin.”

Erşed Salihî dibêje: “Me ji aliyên peywendîdar daxwaz kiriye ku qebareya wan pereyan eşkere bikin ku ji bo Balafirgeha Kerkûkê hatiye terxankirin û rêyên xerckirinê û karên ku di wê projeyê de hatine encamdan.”

Hêjayî gotinê ye ku ev cara ewil e, piştî 16ê Cotmehê Bereya Tirkmenî li gendeliya fermangeh û saziyên hikûmetê yên li parêzgeha Kerkûkê û kêmbûna xizmetguzariyan di encama wê rewşa neasayî ya parêzgehê mikûr tê.

 

Fly Erbil Advertisment