Hulusî Akar gihişte Hewlêrê

Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihişte paytexta Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl pêşwaziya Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar kir
Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl pêşwaziya Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar kir

Hewlêr (K24) – Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar bi rêya Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê gihişte paytexta Herêma Kurdistanê û ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl û hejmarek rayedarên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Li gor bernameya Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar, biryar e ligel rayedarên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.

Îro Hulusî Akar serdana Bexdayê kir û ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî civiya û rewşa ewlehî ya deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê ligel Kazimî gotûbêj kir û her du aliyan li ser çareserkirina kêşeyên ewlehiyê yên li wan deveran li hev kirin.

Fly Erbil Advertisment