Serok Barzanî pîrozbahiyê li Elî Bapîr dike

Serok Mesûd Barzanî bi riya telefonê pîrozbahî li Elî Papîr û serkirdatiya wê partiyê kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya bidawîhatina kongreya çarem û hilbijartina wî wek Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê, bi riya telefonê pîrozbahî li Elî Papîr û serkirdatiya wê partiyê kir û hêviya serkeftinê jê re xwast.

Roja 18ê Sibata 2021ê Komela Îslamî ya Kurdistanê dest bi girêdana kongreya xwe ya çarem kir û di kongreyê de biryar hat dayîn ku navê Komelê were guhertin û bikin "Komela Dadgerî ya Kurdistanê".

Di kongreyê de postê “Emîr” bi “Serok” hat guhartin û Elî Bapîr wek Serokê Komela Dadgerî ya Kurdistanê hat hilbijartin.

Fly Erbil Advertisment