Kosret Resûl pêşwazî li Fazil Mîranî kir

Di hevdîtinê de li ser rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewediya YNKê Kosret Resûl
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî û Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewediya YNKê Kosret Resûl

Hewlêr (K24) – Serokê Encûmena Bilind a Siyasî û Berjewediya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî îro înê 28ê Gulana 2021ê li Silêmaniyê pêşwazî li Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî kir.

Di hevdîtinê de Fazil Mîranî ji pêşwazîkirina Kosret Resûl kêfxweşiya xwe anî ziman û hêvî xwest ku her dem tendirustiya wî baş be.

Ji aliyê xwe ve Kosret Resûl spasiya Fazil Mîranî kir.

Di hevdîtinê de li ser rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê, her du aliyan hevnêrîn bûn ku pêwîstiya Kurdan bi yekrêziyê heye, da ku bigihîjin hêviyên gelê Kurdistanê.

Fly Erbil Advertisment