Li Zaxo ji ber şerê Tirkiye û PKKê 17 gund vala bûn

Şerê Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gelek zehmetî li ber xelkê Kurdistanê derxistiye holê.

Zaxo (K24) – Şerê Tirkiye û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) gelek zehmetî li ber xelkê Kurdistanê derxistiye holê, bi taybetî jî jiyana nişteciyên gundan tal kiriye. Ji ber şerê berdewam, li sînorê nahiya Derkarê ya ser bi Zaxo, 17 gund vala bûne, ku 11 ji wan gundên welatiyên Mesîhî ne, ew daxwaz dikin ku sînorek li ber şer were danîn û êdî Herêma Kurdistanê û nişteciyên gund nebin armanc.

Enwer Gorgîs welatiyekî Mesîhî yê nişteciyê gundê Elanişê ye û bûye du sal gundê wan ji ber şerê PKK û Tirkiyê vala bûye, Gorgîs ji K24ê re diyar kir ku berê dema diçûn gundê xwe, PKKê xala kontrolê danîbû, ji wan re digotin 'hûn diçin kû derê?' û ew bêzar dikirin, piştre dema ku Tirkiyê fêm kiriye ku PKK li wê derê ye, hatiye gundê wan dagir kiriye.

11 gundên Mesîhî li sînorê nahiya Derkar hene, hemû wan gundan ji ber şerê PKK û Tirkiyê vala bûne û nişteciyên wan gundan gelek zirar dîtine.

Welatiyek dibêje ku hemû rez û baxên wan ji ber şerê Tirkiye û PKKê şewitîne, niha eger bihêlin ew biçin gundê xwe jî, ew nizanin li gundê xwe ew ê biçin ser çi?

Rêveberm Nahiya Derkarê Edîb Cehfer ji Kurdistan24ê re ragihand ku heta niha 17 gund li sînorê nahiyê ji ber şerê PKK û Tirkiyê vala bûne û xelk nikarin serdana gundê xwe jî bikin, herwiha topbaran hîn jî li devera wan berdewam e. 

Fly Erbil Advertisment