Kempîna îmzeyê ya bo fermîkirina zimanê Kurdî li Batmanê jî dest pê kir

Diyarbekir (K24) – Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê dest bi kempîna îmzeyê ya bo fermîkirina zimanê Kurdî kir. Kempîna îmzeyê 21ê Mijdarê de dest pê kir û roja yekem de 400 îmze hatin avêtin. Kempîn dê heta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî bidome.
Platforma Zimanê Kurdî ya ku daxwaza xwedîstatubûna zimanê Kurdî dike. Li Batmanê di vê çarçoveyê de kempîna îmzeyê ya fermîkirina zimanê Kurdî da destpêkirin ku ev kempîn di 21ê sibatê de li Diyarbekirê li ser platforma dîjîtal dest pê kiribû.
Kempîn li Batmanê jî di nava welatiyan de digere û di vê çaçroveyê de di 21ê Mijdarê de li Batmanê jî dest pê kir û di roja yekem de li Batmanê 400 îmze hatin komkirin.
Kempîna îmzeyê ya bo fermîbûna zimanê Kurdî dê heta 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanî bidome û armanc ew e ku heta wê demê 1 milyon îmze werin komkirin.
Paşê dê îmzeyên ku hatine komkirin bo Navenda Platforma Zimanê Kurdî werin rêkirin û Platforma Zimanê Kurdî jî dê îmzeyên hatine komkirin hem pêşkêşî Parlementoya Tirkiyeyê bikin û hem jî dê pêşkêşî Neteweyên Yekgirtî bikin.