Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê
Kesayetê naskirî yê bajarê Hewlêrê Şêx Xalis Şêx Cewad Berzincî koça dawî kir.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de sersaxî da malbat û kesûkarên kesayetê naskirî yê bajarê Hewlêrê Şêx Xalis Şêx Cewad Berzincî.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Ez sersaxiyê li malbat û kesûkarên rehmetiyê Şêx Xalis Şêx Cewad Berzincî, kesayetê naskirî yê bajarê Hewlêrê dikim û ez hevbeşê xema wan im.
Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide kesûkar û dost û nasên wî.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê