Biden soz da Zelensky bersiveke bilez bide her êrîşeke Rûsî li ser Ukraynayê

Serokê Amerîka Joe Biden bi telefonê bi hevtayê xwe yê Ukraynayê Vladimir Zelensky re axivî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka Joe Biden soz da hevtayê xwe yê Ukraynayê Vladimir Zelensky, ew ê “bersiveke bilez û bibiryar li her êrîşeke Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê re bide.

Koşka Spî di daxuyaniyekê de ragihand, Biden şeva borî pêwendiyeke telefonî ligel Zelensky encam da û pabendbûna Amerîka bi parastina serwerî û yekparçeyiya axa Ukraynayê dubare kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Biden biryara Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a naskirina serxwebûna herêmên Donetsk û Luhanskê yên Ukraynayê bi tundî şermezar kir.

Li gorî daxuyaniyê, Biden tekez kir, Amerîka dê bi hevahengiya ligel hevalbend û hevkarên xwe bi lez û bez bersivê bide her êrîşeke Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê.

Ev yek piştî wê tê, Putin şeva borî du biryarname îmze kir ku tê de serxwebûna herêmên Donetsk û Luhanskê ji Ukraynayê nas kir, 

Fly Erbil Advertisment