Rapora salane ya binpêkirinên li Bakurê Kurdistanê hat ragihandin
Li Bakurê Kurdistanê binpêkirinên derbarê jin û zarokan de berdewam dikin
Diyarbekir (K24) – Rapora binpêkirinên mafên mirovî ya sala 2021’an ku li bajarên Bakurê Kurdistanê pêk hatine, ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ÎHD a Diyarbekirê ve hat ragihandin. Mafparêzan ragihandin ku binpêkirinên mafên mirovî bi polîtîqayên şer û tundî yên kêşeya Kurd ve girêdayî di her warê jiyanê de rûda ye û ji bo pêşîlêgirtina binpêkirinan jî divê polîtîqayên dewleta Tirkiyeyê bên guhartin.
Şaxa ÎHD a Diyarbekirê rapora binpêkirinên li Bakurê Kurdistanê ya salane ragihand. Li gor raporê, bi awayekî kêfî û neheqî bi teqînên ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine kirin de 2 kes canê xwe jidest dane, 8 kes jî birîndar bûne. Dîsa di sala 2021’an de di şer û pevçûnên li bajarên bakûr de 45 hêzên aşayişa Tirkiyê û 272 endamên PKK’ê canê xwe ji dest dane û 2 kesên sivîl jî hatine kuştin.
Serokê ÎHD a Diyarbekirê Abdullah Zeytûn jî balê kişand ku binpêkirin li bajarên Bakur li gor Tirkiyê giştî gelek zêde ne û ev binpêkirin jî bi polîtîqayên kêşeya Kurd ve girêdayî ne.
Abdullah Zeytûn got:”Binpêkirin, li gor Tirkiyê li vê heremê gelek zêde ne. Sedemên vê yeke jî ew e ku kêşeya Kurd nehatiye çarser kirin û desthilatdarî jî dixwaze bi rêbazên ewlekarî û şer vê kêşeyê çareser bike. Em dibêjin ku mafên Kurdan û mafên kê ku tên binpê kirin, divê bên naskirin û divê Tirkiye jî bi van rastiyên xwe re rûqal bibe û xwe ji van binpêkirinan xilas bike.”
Mafparêz radigihînin ku bi polîtîqayên tundî û ewlekarî re, hemû aliyên ku parastina mafan dikin û hişyariyên binpêkirinan didin jî tên armanc kirin.
Sekreterê ÎHD a Diyarbekirê Ferhat Berkpinar ê ku di meha Sibat a 2022’an de, hatibû desteserkirin û 8 desteserkirî mabû jî balê kişand ku hiişmendiya pergala Tirkiyeyê, rê li ber binpêkirinan xweş dike û loma jî binpêkirin zêde dibin û pêk tên.
Ferhat Berkpinar dibêje: “Ez bi awayekî ne hiqûqî hatibûm desteserkirin û piştî ku min desteser kirine jî, avêtine ser komeleyê. Yanî di ser min de êrişî mafparêzan û saziyên mafparêzî jî hatiye kirin. Li Tirkiye, demeke dirêje mafên serekî jî tên bipê kirin û hêj jî berdewam dikin. Îro, mafparêz, yên demokrasi dixwazin, rojnamevanên ku rexnegir in û siyasetmedarên ku rexneyan dikin hemû bi pêkutî û binpêkirinan re rûqal dimînin. Lê emê jî ji bo parastina maf û aramiya civakî xebatên xwe bimeşînin.”
Di raporê bal tê kişandin ku mafên zarok û jinan jî di asteke metirsîdar de hatine binpê kirin, Di teqîna mayinan de 2 zarok, bi awayekî şikbar 9 zarok, bi destê malabatê 4 zarok, bi awayekî xwekujî 12 zarok û di êrişên nav civakê de 4 zarok hatine kuştin û canê ji dest dane. Dîsa 38 jin bi awayekî şikbar mirî hatine dîtin, 21 jin xwe kuştine, 32 jin bii destên malabatê hatine kuştin û 10 jin jî di êrişên nav civakê de hatine kuştin. Li 18 jinan destdirêjî hatiye kirin, 15 jin jî bi pêkutiyên laşfiroşî re rûqal mane.