Welatên G7 bi qasî 24 milyar Dolar alîkariyê didin Ukraynayê

Welatên endamên G7 ragihandin, 24 milyar Dolar didin Ukraynayê û amadebûna xwe ji bo alîkariya zêdetir nîşan dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatên endamên G7 ragihandin, 24 milyar Dolar didin Ukraynayê û amadebûna xwe ji bo alîkariya zêdetir nîşan dan.

Wezîrên Darayî yên welatên endamên G7 di daxuyaniyekê de eşkere kirin, bi qasî 24 milyar Dolar îsal û salên bê alîkariya Ukraynayê dikin û tekez kirine ku amade ne alîkariyên zêdetir bidin wî welatî.

Herwiha Wezîrên Darayî yên G7 nîgeraniya xwe jî li ser beşdariya Rûsya di civînên navdewletî de weke koma 20 û Sindoqa Diravê ya Navdewletî û Banka Navdewletî nîşan dane û ji rêxistinên cîhanî daxwaz kirine ku çalakiyên xwe yên ligel Moskowê rawestînin.

Fly Erbil Advertisment