Demîrtaş: Namzedê hevbeş yê HDP û partiyên opozîsyonê dê ji sedî 80ê dengan bidest bixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş diyar kir, eger namzedekî hevbeş yê HDP û partiyên opozisyonê hebe, dê ji sedî 80ê dengan bidest bixin.
Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş li girtîgeha Edîrneyê ya ku lê girtî ye gotarek nivîsand û tê de bang li partiya xwe û partiyên opozisyonê kir û got, eger bi zimanekî hevbeş, dirûşmeyên hevbeş, çalakiyên hevbeş, projeyên hevbeş û herî dawî bi namzedekî hevbeş dakevin qadê, dê di hilbijartina bê ya serokomariyê de ji sedî 80ê dengan bidest bixin.
Ev yek piştî wê tê, Serokê Giştî yê Partiya DEVA Babacan berî çend rojan kişandibû li ser girîngiya HDPê û gotibû, heta niha bi HDPê re pêwendiya wan ya rasterast nîne, lê belê nabe HDP li derve were hîştin.
Her wiha Selahedîn Demîrtaş rexne li HDPê jî girt û got, di nehatina cem hev a HDP û şeş partiyên opozisyonê de, kêmasiyên HDPê jî hene.
Demîrtaş wiha got, rast e HDP herî zêde rastî zextan hatiye, herî zêde alîgirên wê zilm dîtine, dorpêça medyayê li ser heye û doza girtinê berdewam dike û her roj bi dehan endamên wê bi operasyonên neyasayî tên girtin. Lê belê giliyên HDP'ê dema biryarên siyasî didin, nabe bibin sedem ku bi hestyarî tevbigerin.
Her wiha got: “Eger em li Tirkiyeyê guhertinan dixwazin, divê em wêrekiyê nîşan bidin û ji xwe dest pê bikin. Wekî din, em nekarin têra xwe razî bin, her çend em rast bin. Li kû derê em li benda hurmeta hesasiyetên xwe ne, divê em hurmetê nîşanî hesasiyetên kesên din jî bidin. Bêguman sînorê van hemû hesasiyetan nirxên hevpar ên demokratîk in. Divê ti kes hesasiyetên cuda weke nirxekî hevpar li ser kesî ferz neke.”