Malikî bo xwepêşanderan: Rûbirûyî hêzên ewlehiyê nebin
“Tika ye ji pirê derbasî navçeya Kesk nebin."

Hewlêr (K24) – Sekreterê Partiya De'waya Îslamî û serkirdeyê li Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan Nûrî Malikî di peyamekê de daxwazê ji xwepêşanderan dike, neçin navçeya Kesk.
Nûrî Malikî ji xwepêşander û alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê tika dike, destûrê binpê nekin.
Malikî di peyama xwe de dibêje: “Ez spasiya we dikim ku bersiva bangewaziya me da û xwpêşandan encam da.”
Herwiha dibêje: “Tika ye ji pirê derbasî navçeya Kesk nebin û rûbirûyî hêzên ewlehiyê jî nebin.”
Nûrî Malikî diyar kiriye: “Hûn ji bo berevaniya Iraq, saziyên hikûmetê, destûr û sîstema hikûmraniyê, xwêpêşandan encam didin, ez spasiya we dikim, we emaneta xwe gihande cihê wê.”