Rêvebera Nahiya Elqûş: Serdana Katalin Novak peyama piştevaniyê bû
Rêvebera Nahiya Elqûş Lara Yûsif ragihand, serdana Seroka Hungarya (Macaristan) Katalin Novak bo Elqûş peyameke girîng bû ji bo zarokên navçeyê û ji bo qurbaniyên destê terorê.

Hewlêr (K24) – Rêvebera Nahiya Elqûş Lara Yûsif ragihand, serdana Seroka Hungarya (Macaristan) Katalin Novak bo Elqûş peyameke girîng bû ji bo zarokên navçeyê û ji bo qurbaniyên destê terorê.
Îro Seroka Hungaryayê Katalin Novak di çarçoveya serdana xwe ya Hewlêrê de serdana nahiya Elqûşê kir.
Rêvebera Nahiya Elqûş Lara Yûsif diyar kir, ev serdan girîngiyeke wê ji bo navçeyê heye û rola wê dê di bihêzkirina pêkvejiyana navçeyê de hebe.
Lara Yûsif destnîşan kir: “Ev pêkvejiyan, berhema qurbanîdana asayîş û Pêşmerge ye û rengdana siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.”
Herwiha bal kişand ser wê yekê ku serdana Seroka Hungaryayê nîşaneyeke zelal e ji bo piştevaniya xelkê navçeyê û hemû aliyan han dide ku koç nekin û li cih û warê xwe û li ser xaka bav û bapîrên xwe bimînin.
Lara Yûsif eşkere kir, Katalin Novak gelek kêfxweş bûye bi serdana xwe, bi taybetî bi pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê û pêzanînên wê ji bo hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebûye ji ber parastina pêkhateyan.