Baregeha Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir

Ji ber canjidestdana pênc endamên malbatekê di bûyera trafîkê de, Baregeha Barzanî sersaxiyê li Mam Çeto Dêlzeyî dike.

Hewlêr (K24) – Ji ber canjidestdana pênc endamên malbatekê di bûyera trafîkê de, Baregeha Barzanî sersaxiyê li Mam Çeto Dêlzeyî dike û radigihîne, "em xwe hevbeşên xema we dibînin".

Di peyama Baregeha Barzanî de hatiye ku ji Xwedayê mezin daxwazkar in ku aramiyê bibexşîne malbatê û şîfaya xêrê û silametiyê bide birîndaran.

Peyama sersaxiyê ya Baregeha Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Birêz Mam Çeto Dêlzeyî,

Bi mixabiniyeke mezin ve, me agahiya koça dawî ya pênc kesên ji malbata we bihîst ku ji ber qelibîna otomobîlê jiyana xwe ji dest dan.

Em sersaxiyê li we û malbat û xizmên we dikin, em xwe hevbeşên xema we dibînin.

Em ji Xwedayê mezin daxwazkar in ku aramî bibexşîne we û giyanê rehmetiyan ber rehmeta xwe bixe û bi bihişta berîn şad bike û şîfaya xêrê û silametiyê bigihîne birîndaran.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin cem wî)

Baregeha Barzanî

13ê Adara 2023an

Fly Erbil Advertisment