Konsulxaneya Amerîka: Em li bendê ne ku ji nêzîk ve ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kar bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê ragihand: “Em bi xweşhalî li hêviya hevkarî û hemahengiya li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne.”

Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê di daxuyaniyekê de ragihand, “Em li bendê ne ku em ji nêzîk ve kar û hemahengiyê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pêşaniyên xwe yên hevbeş bikin, ji bo zêdetir pêşdebirina vê pêşketinê.”

Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê her wiha di daxuyaniya xwe de, pêşwazî li vegera tîma wezîran a YNKê bo civînên Encûmena Wezîran jî kir.

Duhî 14ê Gulana 2023an, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî û tîma wezîran a YNKê û wezîrên din civiyabû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser navê Encûmena wezîran, piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo destpêşxerî û peyama serok Mesûd Barzanî ya ji bo lihevhatina niştimanî dubare kir. Herwiha tekezî li ser yekrêzî û yekhelwestiya aliyên Kurdistanî ji bo parastina berjewendiyên niştimanî kir.

Fly Erbil Advertisment