Ji sedî 85ê karên Konsulxaneya nû ya Amerîkayê ya li Hewlêrê temam bûne
Li gor raporta herî dawî ya li ser karên Konsulxaneya nû ya Amerîkayê ya li Hewlêrê ku arasteyî Kongresê hatiye kirin, %85ê karên konsulxaneyê temam bûne.

Hewlêr (K24) – Li gor raporta herî dawî ya li ser karên Konsulxaneya nû ya Amerîkayê ya li Hewlêrê ku arasteyî Kongresê hatiye kirin, %85ê karên konsulxaneyê temam bûne û tê pêşbînîkirin di meha Tîrmeha sala bê de karên konsulxaneyê bi dawî bibe.
Li raporta pişkîner a giştî ya Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê, ku roja pêncşema borî 3ê Tebaxa 2023an pêşkêşî Kongresê kiriye, %85ê karên Konsulxaneya nû ya Amerîkayê ya li bajarê Hewlêrê temam bûne û tê pêşbînîkirin, roja 8ê Tîrmeha 2024an, girêbesta ku ji bo avakirina konsulxaneyê hatiye kirin, temam dibe.
Di beşeke din a raportê de ji dema 1ê Gulana 2023an heta 30ê Hezîrana 2023an li xwe digre, amaje bi wê yekê hatiye kirin ku dema destpêka temambûna girêbestê roja 11ê Gulana 2022an bûye.
Ev di demekê de ye ku pêştir Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê bi wekalet Robert Palladino pêşbînî kiribû ku Konsulxaneya nû ya Amerîkayê di dawiya sala 2022an de bi dawî bibe.
Di raportê de sedema paşketina temambûna karên projeyê wek "serîhildana vîrusa Koronayê di sala 2019an de, girtina projeyên girêdayî asayîşê, guherîna şêwaza karkirin û asayîşa dîplomasî û teknîkî" hatiye nîşandan.
Roja 6ê Tîrmeha 2018an, kevirê bingehê yê Konsulxaneya nû ya Amerîkayê li bajarê Hewlêrê hate danîn, ku li ser rûberê 206 hezar metre çargoşe tê avakirin û dikeve ser rêya Pîrmam li nêzîkî cadeya 150 metrî ya bajarê Hewlêrê.