Sibe Nêçîrvan Barzanî û Emmanuel Macron dicivin

Serdana sala 2021ê ya Serokê Fransayê bo Herêma Kurdistanê - Wêne: Hadî Mizban / Ap
Serdana sala 2021ê ya Serokê Fransayê bo Herêma Kurdistanê - Wêne: Hadî Mizban / Ap

Navenda Nûçeyan (K24) – Sibe Serokê Fransayê li Koçka Êlîzê pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dike.

Îro roja Pêncşemê, 2ê Mijdara 2023ê, Koçka Serokatiya Fransayê (Êlîzê) parve kiriye ku sibe roja Înê, 3ê Mijdara 2023ê, seet 11:00 bi dema Parîsê (13:00 bi dema Hewlêrê), Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Koçka Êlîzê dê pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bike.

Koça Êlîzê çi hûrkariyên din li ser serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Fransarê parve nekirine.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî di ragehandinekê de amaje daye wê yekê ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li ser vexwandina fermî ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron, dê serdana Parîsê bike û li roja Înê, 3ê Mijdara 2023ê, dê bi Macron re li Koçka Êlîzê bicive.

Li ser naveroka wê civînê, Serokatiya Herêma Kurdistanê ron kiriye jî ku herdu alî dê danûstandinan li ser peywendiyên Fransayê bi Îraqê û Herêma Kurdistanê re û berdewamiya arîkariyên hevpar û rewşa Îraqê û deverê bi rengekî giştî bikin.

Berî niha jî her îsal, li roja 16ê Şibata 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Frasnayê kiribû û bi Serokê Fransayê re rûniştibû. Anko ev dê bibe serdana duyê ya berpirsên Herêma Kurdistanê ji bo Parîsê di îsal de.

Ev di demekê de ye ku biryar bû li dawiya vê mehê Serokê Fransayê bi merema tevlîbûna Kongireya Bexdayê ya Sêyê serdana Îraqê û paşî Herêma Kurdistanê jî kiriba, lê serdana wî ji ber rewşa niha ya deverê û şerê Hemas û Israîlê hat paşxistin.

Fly Erbil Advertisment