DAIŞ’ê êrîşî gundekî Mexmûrê kir û birîndar hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Hejmarek çekdarên DAIŞê derbasî gundekî Mexmûrê bûn û şer û pevçûn di navbera wan û artêşa Iraqê de derket.

Li gorî peyamnêrê K24ê, îro danê sibê hejmarek çekdarên DAIŞê derbasî gundekê Koptepe yê Mexmûrê bûn û şer û pevçûn di navbera wan û artêşa Iraqê de derket.

Peyamnêrê K24ê got jî, di wî şerî de 2 leşkerên Iraqê birîndar bûn, artêşa Iraqê jî gund dorpêç kiriye û şer heta niha berdewam e.

Amaje bi wê jî kir, çekdarên DAIŞ'ê yên îro danê sibê derbasî gundê Goptepeyê bûne, şeva borî li gundê Eliyê Reşî êrîşî hêze artêşa Iraqê kirin û leşkerek kuştin û 4 jî birîndar kirin.

Ji aliyekê din ve, derengê şeva 30-11-2023, li nêzîkî gundê Imraniyê yê ser bi parêzgeha Diyale ve, çekdarên DAIŞê bombeyeke ku di nav otomobîlekê de hatibû çandin teqandin. Piştî kombûna welatiyan, bi sekvanan êrîş kirin û di encamê de zêdetirî 27 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Ji ber valahiya ewlehiyê ya di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de, ku piştî bûyerên 16ê Cotmehê çêbûye, çendîn car in çekdarên DAIŞê derbasî wê valahiya ewlehiyê bûne û êrîş pêk anîne.

Fly Erbil Advertisment