Perlemanterên Şîe li dijî pişka Herêma Kurdistanê ji budceya weberhênanê radiwestin

Navenda Nûçeyan (K24) - Pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Îraqê zêdetirî 20 tirilyon dînaran e, ku 12 tirilyon dînar ji bo mûçeyên fermanberan hatine terxankirin û çar tirilyon dînar jî ji bo xerciya weberhênanê hatine diyarkirin.
Civînên Lijneya Darayî û Wezareta Darayî ya Îraqê li ser zêdekirina budceya weberhênanê ya parêzgehan bêencam bûn, Wezareta Darayî berhev nîne destkariyê di xişteya budceya sala 2024ê de bike, ku li dû wê xişteyê budceya weberhênana parêzgehan a girêdayî pirojeyên xizmetkariyan hatiye kêmkirin û budceya wezaretan hatiye zêdekirin.
Wezareta Darayî ji endamên Lijneya Darayî re gotiye, “Parêzgeh dikarin pereyê mayî ji budceya sala 2022ê yê ewlehiya xwarinê û budceya sala borî ji bo pirojeyên xizmetkariyan bi kar bînin”.
Endamê Civata Nûnerên Îraqê Raid Malikî ji K24ê re ragehand, “Em bi tundî li dijî vê mijarê ne ji ber ku em wesa difikirin ku kêmkirina budceya weberhênanê dibe sedema lengkirina pirojeyan li tevaya parêzgehên Îraqê, me têbîniya wê yekê kiriye ku ew mijar ber bi navendîtiyê ve diçe û ev jî berovajî destûrî ye”.
Endamên Lijneya Darayî ji wê pişka ji bo Herêma Kurdistanê hatiye diyarkirin razî nînin ku çar tirilyon û 954 milyar dînar e û dibêjin, “Em rêyê nadin ku li Civata Nûneran deng li ser wê bê dan, ku zêdetirî du tirilyon dînarên wê hejmara hatiye diyarkirin xerciya derxistina petrolê ye. Eger Hikûmeta Îraqê dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê neke, ew pere dê ji pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê bê birîn”.
Endamê Lijneya Darayî ya Civata Nûnerên Îraqê Mihasin Hemdon got, “Nerazîbûn ji aliyê hin endamên Lijneya Darayî ve li ser pişka Herêma Kurdistanê çê bûye ku çar tirilyon dînar in, lê vê yekê peywendî bi lihevkirina Hewlêr û Bexdayê re li ser radestkirina dahatên girêdayî petrolê û yên negirêdayî petrolê û paşî şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê heye”.
Budceya sala 2024ê ya Îraqê zêdetirî 212 tirilyon dînaran e û pişka Herêma Kurdistanê bi zêdetirî 20 tirilyon dînaran hatiye diyarkirin, ku nêzî 12 tirilyon dînaran ji bo mûçeyên fermanberan hatine terxankirin.
Ev deh sal in pişka Herêma Kurdistanê ji budceyê bi temamî nehatiye şandin, tevî wê yekê jî endamên Civata Nûnerên Îraqê yên Şîe helmetek li dijî pişka Herêma Kurdistanê ji budceya weberhênanê dest pê kiriye û dibêjin, “Em ji wê pişka bi Herêma Kurdistanê hatiye dan nerazî ne”.