Serok Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Desteya Heşda Şeibî kir û rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniyeke Baregeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro 29.06.2024  pêşwazî li Serokê Desteya Heşdî Şeibî Falih Feyaz kir.

Di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê hatin kirin.

Her di vê hevdîtinê de, tekez li ser hevahengî û peywendiyên di navbera aliyên siyasî yên Iraqê û hewlên ji bo parastina aramiya Iraqê hatin kirin.

Fly Erbil Advertisment