Wezareta Navxwe ya Iraqê: Kesên agir bi bazarên Herêma Kurdistanê xistine ser bi PKKê û yekîneyên 70 ve ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Navxwe û Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê radigihîne, “toreke ser bi PKKê ve li pişt hemû şewatên ku berê li Herêma Kurdistanê derketibûn e.”
Berdevkê Wezareta Navxwe û Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê Miqdad Mîrî li Bexdayê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, “toreke ser bi PKKê ve li pişt şewitandina bazara Qeyser, bazara Çelê ya Dihokê û şewatên din ên Herêma Kurdistanê ye.”
Miqdad Mîrî da zanîn jî, 2 tawanbarên ji wê toreyê, girêdayî yekîneyên 70 yên Pêşmerge û dije-terorê yên Silêmaniyê ne.
Bi gotina Miqdad Mîrî, yek ji armancên wan tometbaran ji şewitandina bazarên Kerkûk, Hewlêr, Dihok û navçeyên din ên Herêma Kurdistanê, lawazkirina aboriya van parêzgehan bû, ji ber ku şewatan bi dehan milyar dolar ziyanên aborî kirine.
Berdevkê Wezareta Navxwe û Şaneya Ragihandina Ewlekariyê ya Iraqê got jî: “Tawanbaran li tawanên xwe mikur hatine. Herwiha wan plan dikir ku êrîşî çend cihên din li Bexda û parêzgehên din ên Iraqê bikin, lê bi hemahengiya hêzên ewlekariya Iraq û Kurdistanê planên wan hatin pûçkirin.”
Li gor gotina Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê, vê grûpê bazara Lengê li Hewlêrê, embarek li Quştapa, bazara Lengê bo cara duyemîn, bazara Qeyserî li Hewlêrê, bazara Çelê li Dihokê û çend dukan û cihên din ji dawiya sala 2023an û heta nîvê sala 2024an şewitandine.
Miqdad Mîrî da zanîn jî, di dema girtina wan tohmetbaran de, wan dest danîne ser çend madeyên kîmyayî ku ji bo şewitandina bazar û navendên Herêma Kurdistanê dihatin bikaranîn.
Herwiha aşkere kir jî: “Armanceke din a tora PKKê, Yekîneya 70 û Dijeterora Silêmaniyê, teqandina boriya petrolê ya Ceyhanê bû ku Kerkûkê bi Tirkiyeyê ve girê dide.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Dîwana Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê Hêmin Mîranî aşkere kir, du ji tohmetbarên girtî bi navên Fexredîn Ehmed (karmendê Yekîneya 70) û Mihemed Necat Hesen (efserê dijeterorê li Silêmaniyê (CTG) ye û ew li Kifrî ji aliyê PKKê ve hatine rahênankirin.
Hêmin Mîranî diyar kir jî, proseya lêkolînê li ser van bûyeran û girtina tohmetbaran bi hevbeşî di navbera her du hikûmetên Iraq û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bi serperiştiya wezîrên navxwe yên Iraq û Herêma Kurdistanê dest pê kir û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rasterast çavdêriya pêngavên lêkolînan dikirin.